Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyonên Polîsên Belçîkî de 3 Berguman Hatin Girtin


Karbidestên Belçîkî dibêjin, di operasyoneke dijterorê de 3 kes li Brukselê hatin desteser kirin, piştî ku zilamekî Fransî, ku guman heye hazirîya êrîşeke nû dikir, do Pêncşemê li Parîsê hate girtin.

Ofîsa dozgerîya Belçîkî îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî piştrast kir ku desteserkirina gumanbaran li sê taxên patyaxt Brukselê- Schaerbeek, Forest û Saint-Gilles pêk hatin.

Dozgerîyê ragihand ku du jî sê gumanbarna ji çongên xwe hatin birîndar kirin.

Daxuyanîya dozgerîyê herwiha dîyar kir ku hêzên ewlekarîyê testa DNA kar anî ku bizanin Naijm Laachraoui yek ji êrîşvanên xwekujî ye ku xwe di firokexaneya Brukselê de peqandibû.

Karbidestên Belçîkî bawer dikin ku rola Laachraoui di êrîşên 13ê Mijdarê yên li Parîsê jî heye ku hîngê 130 kes li wê êrîşê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG