Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îraqê Salih: Divê Tirkîyê Êrîşên Xwe Rawestîne


Serokomarê Îraqê Berhem Salih îro Înê got ku divê Tirkîye operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne, piştî ku jimareke sîvîlên bêçek hatine kuştin.

“Seroktîya Îraqê bang li dawîkirina operasyonên berdewam yên Tirkîyê dike ku serwerîya Îraqê binpê dike û qada wê ya esmanî jî qûl dike. Ev kiryar bi zelalî zêdegavîyên ser prensîba peywendîyên nav dewletan û qanûnên navnetewî ne.”

Salih bal kişand ku divê pirsgirêkên ser tixub û ewlehîyê bi danûstandinên navbera Îraq û Tirkîyê de, bi rêka hevkarîya navbera her du alîyan werin çarseer kirin.

Gundîyên Berwarîya Jorîn jiber Êrîşên Tirkîyê Warên Xwe Dihêlin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

Wezîrê Derve yê berê yê Îraqê Hişyar Zêbarî jî got ku ketina artêşa Tirk ya nav axa Îraqê gaveke cidî ya geopolîtîk e.

“Hêzdarbûna êrîşên Tirkîyê cîhê xemê ye. Bangên rêberên Tirk yên zindîkirina îdiayên dîrokî yên ser Mûsilê hîn xirabtir û cîhê nerazîbûnê ne.”

XS
SM
MD
LG