Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Buckinghamê Bang li Brîtanîyan Dike ku Ser Mirina Prens Philip Kom Nebin


Qesira Buckinghamê bang li welatîyan kir ku jiber vîrusa korona bo bîranîna Prens Philip kom nebin û kulîlkan daneynin.

Piştî mirina Prens Philip welatî li dora Qesira Buckinghamê kom bûbûn û hin ji wanan kulîlk danîbûn.

Hikûmeta Brîtanya jî piştgirî da banga Qesira Buckinghamê û ji welatîyan xwest ku kom nebin û kulîlkan daneynin Qesira Buckinghamê.

Qesira Buckinghamê herwiha ragihand ku ew jiber pandemîyê naxwazin ku welatî beşdarî merasîma binaxkirina Prens Philip bibin.

Prens Philip, ku hevjînê Qralîçe Elizabeth e, roja Înê di 99 salîya xwe de canê xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG