Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê Budceya Welêt Erê Kir


Parlamanterê Îraqî Kemal El Saîdî dibêje, parlemanê budceya netewî ya 118.6 mîlyar dolaran erê kir, piştî alozîya çend mehan ya navbera hikûmeta navendî û ya Herêma Kurdistanê.

Kurd û hikûmeta Bexdayê ya bi pêşangîya Ereban, ji çend salên vir nav arîşeyê de ne, li ser mafê lêgerîn û derxistina neftê.

Kurd, ji sala 2003ê anku dagirkirina Amerîkayê vir ve, nêzîkî 50 peyman bi kompanîyên petrolê yên bîyanî îmza kirine ku Beda wan wel neqanûnî nav dike.

Endamê parlemana Îraqê Kemal El Saîdî îro Pêncşemê got, Kurd daxwaza 3.5 mîlyar dolaran kir, lê parlamanê qayil bû ku tenê 650 mîlyon dolar bide Kurdan.

Bexda, Kurdan tawanbar dike ku bi rêya qaçaxcîtîya neftê û derfirotina berhemên petrolê, bi mîlyar dolaran pere ji wê didizin.
XS
SM
MD
LG