Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Budceya 2014'ê Pêşnîyarî Kongresê Dike


Serokê Amerîka Barack Obama budceya hikûmeta federal ya 2014'ê ku 3.77 trîlyon dolarî ye, îro Çarşemê pêşnîyar dike.

Birêz Obama dibêje, budceya wî maqul e û li ser afirandina karên jibo çîna navîn û mezinbina ekonomîyê hatiye amade kirin.

Serok Obama di axaftina xwe de li Qesra Sipî got, di budceyê de alîkarî û feydeyên Social Security bêne hesab kirin û herwiha guhertina bacên şîrketên mezin û kesên dewlemend jî cîh bigirin.

Hem Demokrat, hem jî Komarî nerazîbûna xwe li ser budceya Serok Obama dîyar dikin.
Lê, Obama pênasînê dike ku budceya wî ne ya here baş e lê di rêyeke nîvê de ye.

Li gor vê planê, armanc ev e ku kêmbûna budceyê di 10 salên were de nêzîkî 2 trîlyon dolar hindiktir dibe, bi rêya dahatîyên nû û kêmkirina xercan.

Dîsa li gor vê plana budceyê, kesên ku salê ji 1 mîlyon dolar û zêdetir qezenc dikin, divê 30 ji sedê pirtir bac bidin hikûmetê.
XS
SM
MD
LG