Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar Bûn Hevserokên Nû yên HDP'ê


Kongreya Asayî ya 4’an ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Enqere ya paytexta Tirkîyê li dar ket.

Di kongreyê de, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bo hevseroktîya HDP’ê hatin hilbijartin.

Hevserokan di axaftinên xwe de bal kişandin ser guherînê.

Pervîn Buldan, ku berê jî hevseroka HDP'ê bû, da zanîn ku ewê bo rêvebirina Tirkîyê karê xwe bimeşînin û Mîthat Sancar jî got ku ‘’Niha dema avakirinê ye’’

Xanim Buldanê bi bîr xist kust 38 bajarvanên ji partîya wan ji kar hatine dûrxistin û dîyar kir ku ewê bi ti awayî serî netewînin.

‘’Gelên me dê teqez bihara demokrasîyê bibînin. Derîyê Îmralîyê dê teqez lê aştî û çareserîya demokratîk vebe’’ Xanim Buldanê got.

Mîthat Sancar jî di axaftina xwe de da zanîn ku HDP bi berxwedanê mezin dibe.

‘’Em bi berxwedanê bi ser ketin. Emê li ser avakirinê û li armanca wê, demokrasî, aştî û azadîyê deynin’’ Sancar got.

Her du hevserok di peyvajoya aştîyê de, ku di navbera 2013 û 2015an de dom kiribû, bi awayekî aktîf cîh girtibûn.

Hevserokê berê yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di axaftina xwe ya xatirxwestinê dîyar kir ku ew du sal berê Sezaî Temellî bûye lê êdî ‘’Heval Sezaî’’ ye.

XS
SM
MD
LG