Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li Îzmirê di mîtîngê de dîyar kir ku ew di 7’ê Hezîranê de bi ser ketine û îcar jî dora 24’ê Hezîranê ye.
Buldan da zanîn ku êdî serdema Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) bi dawî bûye û ewê di 25’ê Hezîranê de Tirkîyeyeke bê Recep Tayyîp Erdogan çêbe.
‘’Gelên Tirkîyê dê bi ser kevin. Ew gemî dê ber bi bendera Îzmirê were û dê jê Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken derkeve.’’ Buldanê got.
Buldanê dîyar kir ku dê ji wê gemîyê hemî jin derkevin û da zanîn ne tenê bo hevrêyên xwe, wan soz daye Girtîgeha Îmraliyê jî.
Buldanê bi berdewamî got ku jiber ku Tirkîyê, berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş girtiye û ‘’guh nade demokrasî û hiqûqê’’, Almanya destûrê nade AKP’ê ku li welatê wan mîtîng li dar kevin.