Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Divê Jin Dijî Biryara Cengê Bibin Yek


Li Diyarbekirê Roja Cîhanî ya Jinan

Li Qada Îstasyonê ya Dîyarbekirê bo Roja Cîhanî ya Jinan mîtingek li dar ket.

Hevseroka Partîya Gelan ya Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan di mitîngê de dîyar kir ku ‘’divê têkojîna jinan tevî hemî zorbazîyan jî bidome’’

Buldan bang li desthilata Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) kir ku di ser jinan re siyasete neke û dîyar kir ku gunehê zarok û dayikên li Efrînê li stûyê wê desthilatê ye.

‘’Gunehê dayikên leşkerên ku ji vir diçin jî li stûyê we ye. Li vî welatî êdî ti kes naxwaze kurê wî binax bibe’’ Buldan got.

Buldan da zanîn ku mêr biryara cengê didin û divê ew dijî wan bo aştîyê bibin yek û wê biryarê rawestînin.

XS
SM
MD
LG