Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bulgaristan 5 Kesan bi Teqîna Stenbolê Tawanbar Dike


Serdozgerê Bulgarî Ivan Geshev roja Şemiyê got, dozgerên Bulgarî pênc kes bi tawana piştgirîkirina kiryarên terorîstî yên têkildarî teqîna li navenda Stenbolê ku 6 kes di 13ê Mijdarê de kuştin, tawanbar kirin.

Geshev ji Reutersê re got, sê zilamên bi eslê xwe Moldovî û jin û mêrek bi eslê xwe Kurdê Sûrî ji alîyê hêzên polîsên taybet ên Bulgarî ve di destpêka vê hefteyê de piştî lêkolînan û hevkarîya nêzîk bi dozgerênTirkîyê re, hatin girtin.

Geshev got: "Pênç kes hatin sûcdarkirin. Sûc di du koman de ne - ji ber piştgirîkirina kiryarên terorîstî yên li welatekî din, ango êrîşa li Stenbolê, û ji ber bazirganiya mirovan."

"Ev kes bi giranî bi bazirganiya mirovan di ser sînorê (bi Tirkiyê re) û qaçaxçîtiyê re mijûl bûn," wî got.

Dozger dê paşê roja Şemiyê ji dadgeha Bulgarî daxwaz bike ku çar mêr di girtîgehê de bimînin, di heman demê de dê vebijarkek cûda ji bo jinê were gerandin ji ber rewşa wê ya tenduristî, wî got.

Geshev anî ziman ku dozgerên Tirk berî niha jî xwestibûn ku hin kesên gumanbar di teqînê de bên radestkirin.

Roja Înê, dadgeheke Tirkiyê biryara girtina pêşwext bo 17 kesên gumanbarê teqînê da, di nav wan de gumanbarê teqînê, ku polîs bi navê welatiya Sûriyê Ehlam Elbeşîr nas kir.

Di teqîna kolana Îstîqlalê, meydana bi qerebalix û dîrokî de, zêdetirî 80 kes birîndar bûn. Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya teqînê nedaye ser mile xwe.

Hikûmeta Tirkiyê bilez çekdarên Kurd bi teqînê tometbar kirin û polîs got ku gumanbar ji aliyê çekdarên kurd ve li Sûriyê hatiye perwerdekirin.

Hêzên Kurdî li Sûriyê ew teqîn şermezar kir û got ti pêwendiya wan bi teqînê nîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG