Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje ku Rewşa Leşkerên Wê yên li Hewlêrê Baş E


Wezareta Berevanî ya Almanya (Bundeswehr), piştî êrîşên mûşekî yên Îranê ragihand ku hemî leşkerên Alman yên li Hewlêrê baş in.

Berdevkekî Bundeswehr ji Reutersê re got ku wî peywendî bi leşkerên xwe yên li Hewlêrê kiriye û ew gîş di rewşeke baş de ne.

Wezareta Berevanî ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku ji hindurê Îranê pirtir ji 10 mûşekên balîstîk ji du bingehên Amerîkî yên li Îraqê hatine avêtin.

Pentagonê dabû zanîn ku yek ji bingehên armanckirî bingeha Al Esad e ku li rojavayê Îraqê cîh digire p ya din jî Hewlêrê ku paytêxta Herêma Kurdistanê ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku 115 leşkerên Almanî, wek beşeke di koalîsyona navnetewî de li Hewlêrê hene.

XS
SM
MD
LG