Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê Bush; Vekişandina Hêzên Amerîkî ji Afganistanê Biryareke Şaş E.


George W Bush
George W Bush

Serokê Amerîka yê 43’yan George W. Bush ji Deutsche Welle (DW) ya Alman re ser vekişîna ji Afganistanê axifî.

Bush dîyar kir ku vekişandina hêzên Amerîka û NATO yên li Afganistanê biryareke şaş e û ew biryar rexne kir.

‘’Bo keç û jinên Afgan, bi qasî ez nikarim bibêjim ketime fikaran.’’ Bush got.

Wî bi bîr xist ku Xanima Yekê ya berê Laura Bush bi jinên Afgan re gelek dem borandiye û da zanîn ku ew jî bo wan ketiye fikaran.

Serokê berê Bush dîyar kir ku bi vekişînê re wergêr û karmendên din yên bo hêzên Amerîka û NATO xebitîne ketine rewişeke xirab û dîyar kir bi vî awayî rê li ber kujeran hatiye vekirin ku ew bi destên wan werin kuştin.

Bush, piştî êrîşên 11’ê Îlonê ya 2001’ê biryar dabû ku li Afganitanê operasyon çêbe.

Di dewra seroktîya Barack Obama de, ku piştî Bush hat ser kar, Rêberê El Qaydê Usama Bîn Ladîn ji alîyê hêzên taybet yên Amerîka ve hat kuştin.

Paşê, di dewra seroktîya Donald Trump de, ku piştî Obama hat ser kar, vekişîna ji Afganistanê ket rojevê û danûstandinên bi Talîbanê re destpê kirin.

Serokê Amerîka Joe Biden hewil dide ku di salvegera 20’an ya êrîşên 11’ê Îlonê de dawî li peyvajoya vekişînê bîne.

XS
SM
MD
LG