Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Berê Bush û Bavê Wî Wê Destek Nedin Trump


Serokê berê ya Amerîka ji Partîya Komarî George W. Bush ragihand ku ewê di hilbjartinên seroktîyê de piştgirî nede Donald Trump.

Bavê George W. Bush, serokê berê Bill Clinton George H.W. Bush jî da zanîn ku ewê jî, wek kurê xwe, di kêbirkeya seroktîyê de destek nede Trump.

Di dema niha de ku berbijarê Komarê Donald Trump hewil dide yekîbûna nav partîya xwe misoger bike, ragihandina malbata Bush wek nûçeyeke nebaş ji Trump re hat.

George H.W. Bush di hilbijartinên 1996’an de piştgirî dabû hevrikê Bill Clinton, berbijarê Komarî Bob Dole û di kempeynên kurê wî George W. Bush yên sala 2000’î li hember Al Gore û 2004’an li hember John Kerry de destek dabû lawê xwe.

Her du George H.W. Bush û George W. Bush di pêşbirka seroktîya ya 2008’an de piştgirîya John McCain kiribûn ku li hember Serok Barack Obama têk çûbû.

Dîsa, di hilbijartîna dawî de wan destek dabû namzedê Komarî Mitt Romney ku ew jî li hember Obama şikestibû.

XS
SM
MD
LG