Lîstikvanê Kanadî William Shatner yê 90 salî û sê kesên din roja Çarşemê çûn fezayê bi sefera firîna rêwiyan ya duyemîn ku Jeff Bezos bi navê Blue Origin pêk înaye.
Firîna bi tevahî otomatîk deh 10 deqîqeyan dom kir û ekîba hemû sivîl bi nêzîkî 100 kîlometreyan ji erdê bilind kir.
Rêwîtiyê Shatnerê 90-salî kir kesê herî pîr ku diçe fezayê. Kesên digel Shatner rêwîtîyê dikin endezyarê berê yê NASAyê Chris Boshuizen, karsazê lêkolîna klînîkî Glen de Vries, û Audrey Powers, cîgirekî serokî û endezyarê Blue Origin bûn.
Blue Origin yekem firîna xweya bazirganî di Tîrmehê de qedand dema ku damezrîner Jeff Bezos û sê kesên din çûn rêwîtiyek 10-deqîqeyî bo fezayê.