Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîyên Rusyayê li ser Sînorê Ukraynayê


Ukrain

Yekîtiya Ewropî ewro roja Îniyê got ku ew ji çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê li nêzîkî sînorê Ukraynayê dilgiran in, piştî ku Washingtonê daxwaza ravekirinekê ji Moskowayê kirî.

Peyvdarê Karên Derve yê YE Peter Stano gote rojnamevanan , "Em berdewamî çavdêriya rewşê dikin û agahîyên ku me heta niha berhev kirine pir metirsîdar e."

Wî got ku bloka 27-welatî çavdêriya rewşê dike ligel hevkarên xwe di nav wan da Amerîka û Brîtanya û "em vekirî ne ku li gavên din yên pêwîst binêrin".

Wezîrê Derveyê Amerîkayê Antony Blinken roja Çarşemê hişyarî da Rûsya dijî şaşîyek din ya mezin ser Ukraynayê dema ku Washington zelaliyê dixwaze li ser liv û tevgerên leşkeran li nêzîkî sînorî.

Di dema xêrhatina Wezîrê Derve yê Ukraynayê bo Washingtonê, Blinken got “Amerîka li ser raporên çalakiyên neasayî yên Rûsyayê li nêzîkî Ukraynayê nîgeran e”.

Blinken di preskonfêranseka rojnamevanî ya hevbeş da got, "Me derbarê niyeta Moskowê de çi zelalî nîn e, lê em lîstikên wan dizanin."

Peyvdarê Pentagonê John Kirby jî got ku tevgera Rûsyayê "bi mezinahî û berferehiya xwe ne asayî ye".

"Tam ne diyar e ku niyeta Rûsyayê çi ye," wî got.

Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov ewro roja Înê got Rûsya "ji bo tu kesî tehdîd nîn e" û welatên NATOyê bi zêdekirina "çalakiyên provokatîf" tawanbar kir.

Peskov wiha got: "Em karên xwe dikin û ji bo ewlehiya xwe tedbîran digirin heke pêwîst bike ku li nêzî sînorên me kiryarên provokatîf yên dijberên me hebin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG