Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 50 mîlyonî dibe.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 48,885,919 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 9,6 mîlyon e.
Li dû Amerîka, bi 8,4 mîlyon pêketîyên vîrusa korona Hîndistan, li dû wê jî bi 5,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,236,707 kesan jîyanên xwe ji dest dane.
Amerîka 235,056 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 161,736 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,558 kes bi vîrusa korona ketine û 4,741 kes bi wê mirine.