Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Celalettîn Can Mijarên Girîng yên Rojava Tirkîyê Dinirxîne


Di rojeva sîyaseta Tirkîyê di demên dawî de gotinên Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên reformên jibo aborî û hiqûqê hene.

Herwiha piştî daxuyanîyên Erdogan yek ji rojeva Tirkîyê destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareserkirina pirsgirêka Kurdî ye.

Ji alîyê dinê ve, opozîsyona Tirkîyê daxwaza hilbijartineke nû dike û serokê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî jî daxwaza girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kir.

Cîgirê serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Numan Kurtulmuş bersîva banga MHP’ê da û got ku li Tirkîyê encamên erênî yên girtina partîyan nehatine dîtin.

Berdevkê Federasyona 78’an Celalettîn Can bawer dike ku Erdogan jiber aborîya xirab, sîyaseta lawaz û herwiha jiber tirsa toleyên Yekîtîya Ewrupa û Amerîka van gotinan dike.

“Yekîtîya Ewrupa qala toleyaçên dijî Tirkîyê dike. Kongresa Amerîkî jî jiber kirîna sîstema parastina esmanî ya bi navê S-400’an hin tole ragihandin. Dîsa Yekîtîya Ewrupa ji Tirkîyê banga vegera demokrasîyê dike.”

Can derheqa bangên girtina HDP’ê dibêje ku ger tiştekî wiha çêbe, ev yek di berjewendîya AKP’ê û MHP’ê de ye jiber ku ne pêkan e ku AKP di hilbijartinan de bi serê xwe serketî be.”

MEB_18_12__Rojeva_Tirkîye_C_Can
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG