Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Christine Ford: Ez Ditirsîm ku Kavanaugh Wê Min Bikuşta


Berbijarê Dadgeha Bilind ya Amerîkî Brett Kavanaugh û jina ku ew bi destdirêjîya seksî tawanbar kir, îro derketin pêş Komîteya Dadwerîya Senatoya Amerîkî.

Christine Blasey Ford ku îdia kiribû ku di dema lîseyê de Kavanaugh di şahîyekê de destdirêjîya seksî li hember wê kiribû, hurgilîyên bûyerê dan senatoran.

Xanim Ford got ku di dema bûyera havîna sala 1982'an de wê hizir kir ku Kavanaugh dê bi xeletî wê bikuje.

Wê bi bîr anî ku Kavanaugh û hevalê wî Mark Judge, ew derîyê odeyekê li ser wê dadan û Kavanaugh xwest bi dara zorê hilkişe ser wê.

"Wî destên xwe li her derê bedena min gerandin. Min kir qêrîn ku hinek ji jêr werin û alîkarîya min bikin. Min hewil da ku xwe ji wî rizgar bikim, lê kêşa wî pir giran bû," Ford got.

Wê got ku jiber tirs û şermê, wê nikarîbû ku ew bûyer ji kesekî re vekira, lê dû re ser hurgilîyên wê êrîşê ji hevjînê xwe re û di terapîya derûnî de peyîvîbûn.

Kavanaugh, îdiayên Ford bi tundî red kiribû û ew wek êrîşa kêlîya dawî ya bi mebest bi nav kiribû ku dixwaze kesitîya wî ya gemar bike.

Wî gotibû ku divê rê li ber êrîşên wiha yên reşkirinê werin girtin da ku mirovên qenc ji xizmeta gelê xwe neyên mehrûm hiştin.

XS
SM
MD
LG