Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Brîtanya Hejmara Mirîyên ji Korona 54,000'an Derbaz Bû


Karmendên saxlemî yên Brîtanî
Karmendên saxlemî yên Brîtanî

Li gor dane û çavkanîyên fermî yên Reutersê, li Brîtanya hejmara mirîyên gumanbar ji COVID-19 giheştîye 54.089’an ku ew jî wî welatî dike rêza duyê ya herî xirab ya cîhanê ye.

Hejmara Reutersê mirîyên ku li ser belgeya mirina wan COVID -19 nivîsîye li Îngîltere, Wales (Galler) û Îrlandaya Bakurê heta 12’ê Hezîranê û li Îskoçyayê heta 14’ê Hezîranê dide nav xwe. Herwiha mirinên dawî yên nexweşxanan jî digire nav xwe.

Beravajî hejmara nizim ya mirîyan, ku rojane ji alîyê hikûmetê ve tê weşandin, hejmara ser belgeyên mirinan bûyerên gumanbar dide nav xwe.

Ofîsa Statîstîka Netewî, ku hejmaran hefteyê carekê nû dike, îro got ku hejmara mirîyan ji COVID -19 li Îngîltere û Galler heta 12’ê Hezîranê rabûye 48,866’an.

Çavlirê ye ku Serokwezîr Boris Johnson îro Sêşemê dîyar bike ku sînema, muzexane û galerî li Îngîltere dikarin meha dahatû jinûve vebin da ku aborîya jiber daxistinan zarar dîtî, zîndî bike.

Lê, hêjmara zêde ya mirîyan tê vê wateyê ku rexneyên ser birêvebirina wî ya pandemîyê reng e berdewam bike, ku Brîtanya jibo daxistinan yan jî parastina pîr û kalan li malên lênêrînê dereng mabû.

Johnson got ku hikûmetê şîretên zanistî yên herî baş şopandine û di meha Nîsanê de bersîva vê ya pandemîyê wek "serfirazîyeke berbiçav" nîşan da.

Li gor hesabên Reutersê, ser bingehên mirinên ji pîşkînên vîrusa korona hatin piştrast kirin, Brîtanya di hejmara mirinên herî zêde, li gor serê mirovan, di cîhanê da di rêza duyê de ye.

Lê, di pîşkînîn û rêyên tomarkirina mirîyan de cudahî di navbera welatan de heye û wezîrên Brîtanî dibêjin ku hinek dem pêwîst e ku ew bikaribin berhevdanên baş bikin.

Hejmara mirîyên ji vîrusa korona ku rojane ji alîyê hikûmetê ve tê weşandin roja Duşemê 42,647 bû û 15 jê zêde bûn vê rojê ku ji nîvê Adarê vir ve bilindbûna herî kêm bû.

XS
SM
MD
LG