Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa, Brîtanya û Almanya Dê Stratejîya Îranê Dîyar Bikin


Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku Brîtanya, Fransa û Almanya îro Înê stratejîya xwe ya Îranê jibo mehên siberojê dîyar dikin.

Li gor peymana Îranê digel hêzên cîhanê girêdabû, jibo bedela rakirina toleyan û sînorkirina bernameya xwe ya navokî dipejirîne û ambargoya çekan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) meha Cotmehê bi dawî dibe.

Amerîka, ku di sala 2018'an de ji peymanê derketibû, dixwaze ku ambargoya ser Îranê bidome.

Heke Civata Ewlehî ya NY ambargoya ser Îranê dirêj neke, Washington gef dike ku peyvajoyeke di nav peymana navokî da bi kar bîne û hemû ambargoyên ser Îranê aktîf bike.

Alîgirên peymanê ditirsin ku bizaveke wisa dikare peymana navokî ti tevahî pûç bike.

"Wezîrên derve kom dibin ku giftûgo bikin Ewrupa dikare çi bike ku van binpêkirinên Îranê bi dawî bîne, peymanê biparêze û herwiha gotûbêj bike çawa berê betalkirinê li New Yorkê bigire," dîplomatekî Ewrupî got.

Berdevka Wezareta Derve ya Almanya Agnes von der Muhllf di daxuyanîyekê de got ku, wezîrên ku li Berlînê dicivin, wê di heman demê de hevkarîya Îranê jî digel Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) gotûbêj bikin.

IAEA ya NY, ku 35 welatan pêk tê, îro Înê pêşnîyarek pejirand ku ji alîyê sê welatan ve hatibû pêşkêş kirin.

Di wê biryarê de bang ji Îranê tê kirin ku hevkarîyê bi IAEA bike û kontrolkirina du cîhên gumanbar asteng neke.

XS
SM
MD
LG