Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Nîjadperestîya Sîstematîk ya Dijî Reşan Şermezar Dike


Philonise Floyd di Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de dipeyîve
Philonise Floyd di Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de dipeyîve

Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê cudakarî û tundrêtî şermezar kir, piştî ku George Floyd meha borî li Minneapolis jîyana xwe hinda kiribû.

Civata Mafên Mirovan ferman da ku hember "nîjatperestîya sîstematîk" ya dijî mirovên Afrîqîresen raportek were çêkirn.

Foruma bi endamtîya 47 dewletan li Cenevreyê bi yekdengî pêşnîyarek pejirand ku welatên Afrîqî pêşkêş kiribû.

Pêşnîyar di heman demê de ji Komîsyona Bilind ya Mafên Mirovan ya NY Michelle Bacheletê daxwaz dike ku bersîvên hikûmetê yên jibo protestoyên aştîyane, tawanbarîyên zêde karînana hêzê lêkolîn bike û di nava salekê de encamên wê lêkolînê biweşîne.

Philonise Floyd, birayê Amerîkîyê Reş ku di bin çokê polîsekî Sipî de miribû, roja Çarşemê ji forumê xwast ku lêpirsîna nîjadperestî û zilma polîsên Amerîkî bike.

Balyozê Burkina Faso Dieudonné W. Désiré Sougurî pêşnîyara Afrîqî pêşkêş kir û pejirandina bi rizamendîya giştî daxwaz kir.

Sougourî bi berdewamî got ew naravestin heta ku Amerîka bi tevahî jibo tûndûtûjîya polîsan û nîjadperestîyê perpirs bihê girtin.

“Girîng e ji Afrîqayê re nîşan bidin ku Civata Mafên Mirovan, jibo helwesteke wekhev û karînana mafên wekhev bo hemû alîyan, guh da nîgeranîya Afrîqîyan û gelên Afrîkîresen,” rêvebirê Yekîtîya Azadîya Civakî ya Amerîkî (ACLU) Jamil Dakwar ji Reutersê re got.

Wî îdia kir ku Amerîka zorê welatên din dike ku bandora pêşnîyarê kêm bike û xwe ji lêpirsîna navnewetî biparêze.

Rêvebirîya Trump ku du sal berê ji forumê derketibû û îdîa kiribû ku forum li dijî hevalbendê wê Îsraîlê pêşdadmendîyê dike, ti şirove nekirin.

Balyozê Amerîka li Cenevrê Andrew Bremberg roja Çarşemê daxuyanîyek belav kiribû ku welatê wî dijî nîjadperestîye berxwe dide û piştî kuştina Floyd reforma polîsan jî çêdike.

XS
SM
MD
LG