Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Dibêje Banga Amerîkî ya Danûstandinê Derew E


Serokê Îranê Hesen Ruhani îro got ku heke Washington jiber derketina ji peymana navokî lêborînê ji Tehranê bixwaze, ew ji giftûgûyên bi Amerîka re vekirî ne.

Ruhani îdia kir ku Amerîkî di banga xwe ya dîyalogê de ne ji dil in.

“Ger Washington di çarçoveya peymana navokî da berpirsîya xwe bîne cîh, lêborînê bixwaze û lêçûnên Tehranê jiber derketina wan ji peymana 2015’an berve bîne, ti pirsgirêka me bi danûstandinan re tuneye,” Ruhanî di televîzyona dewletê de got.

Wî îdia kir ku bangên jibo danûstandinan ligel Tehranê tenê gotin û derew in.

“Ewrupîyan sozên xwe bicîh neanîn. Divê ew berpirsîya pêk bînin," Ruhanî bi berdewamî got.

Serokê Îranê herwiha biryara ku Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya NY roja Înê pejirandibû, bi tundî rexne kir û got ku Îran amade ye ku li gor qanûnê hevkarî digel IAEA bike.

Ew biryar bang li Îranê dike ku rêya ajansê jibo du cîhên berê yên gumanbar negire û bi tevahî digel ajansê hevkarîyê bike.

Pevçûn di navbera dijberên qedîm Tehran û Washingtonê da ji sala 2018’an vir ve xirabtir bûye.

Serokê Amerîka Donald Trump di sala 2018’an ji peymana navokî ya bi hêzên mezin vekişîbû û jinûve tole danabûn ser Îranê ku aborîya wî welatî kût kiribû.

Îran heta niha danûstandinên digel Amerîkayê red kirine ku hewil dide Tehranê biêxe zorê ku danûstandinên peymaneke nû bike.

Tehran dibêje ku divê Washington toleyên ser Îranê rake û bizivire peymana berê.

Serok Trump di serê meha Hezîranê da bi twîtekê banga Washingtonê jibo peymaneke nû digel Tehranê dubare kiribû.

Trump armanc dikir ku sînordarkirinên ser xebatên navokî yên Tehranê, bernameya muşekên balîstîk zêde bike û destwerdana wê ya di şerên herêmî de, ku bi salan e didome, biqedîne.

Jiber sîyaseta Washingtonê ya ‘givaşên maksîmum’, Îranê bi endaze berpirsîyên xwe yên navokî kêm kirin.

Tehran dibêje ku ew dikarin ji vê peyvajoyê bizivirin, heke Ewrupîyên di nav peymanê da sozên xwe bînin cîh û aborîya Îranê ji toleyên Amerîkayê biparêzin.

XS
SM
MD
LG