Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind Ser Dersînorkirinê Biryareke Piştgira Serok Trump Dide


Dadgeha Bilind ya Amerîkayê îro Pêncşemê desthilata Serok Donald Trump xurt kir jibo bi lezgînî dersînorkirina koçberên neqanûnî û penaberên xwedî lêpirsînek sînordar ya dagehî ku yek ji mijarên girîng da bo wî serketinek bû di sala hilbijartinan de.

Dadweran bi 7-2 dengan bi dilê rêvebirîyê biryar da li ser biryara dadwerîya jêrîn ku biryar dabû ku cotkarek Srî Lankî bi navê Vijayakumar Thuraissigiam maf heye ku dadwerek li ser biryara hikûmetê jibo doza wî ya penaberîyê lêpirsînê bike.

Biryara ku Dadwerê konservatîf Samuel Alito nivîsî dibêje ku sînordarkirina lêkolîna dadwerî ya doza dersînorkirina wî ya zû, ku wekî rakirina bilez tê zanîn, di Qanûna Bingehîn ya Amerîkayê da ewlehîyên bingehîn yên azadîya kesan binpê nake.

Du ji çar dadwerên lîberal yên dadgehê, Stephen Breyer û Ruth Bader Ginsburg, beşdarî pênc dadwerên muhafezekar bûn.

Dadgeha Bilind ya 9emîn ya Amerîkayê ku bingehê wê li San Francisco ye, di sala 2019an biryar dabû ku li gor Qanûna Bingehîn xala helavîstî, ku derbarê desthilata kesan e ku dijî girtîgehkirina hikûmetê derkeve, dadgehan divê hêz hebe ku doza Thuraissigiam berçavan derbaz bike.

Rêvebirîya Trump dibêje ku koçberên ku dixwazin weren qebul kirin xwedîyê tu mafên destûrî nîn e û di mêjuya Qanûna Bingehîn da çi caran pêwîstî bi dadgeha berçav derbazkirinê, bi awayê Thuraissigiam daxwaz dike, nebûye.

XS
SM
MD
LG