Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriya Demokrat Kelhek Dîrokî li Reqqa Rizgar Dikin


Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragihand ku, hêzên wan şiyan kelha Duser (Caaاber) ya dîrokî ya girêdayî Reqqa ji destên çekdarên DAIŞê derbînin.

Telal Silo roja Înê gote ajansa Reuters hêzên wan kelha Caaاber ya dîrokî ku dikeve peravên Gola Esad liser çemê Firatê şeva borî rizgarkirine.

Maamun Ebdulkerîm, rêvebirê saziya Şûnewarên Sûriyê ji Dîmeşq gote ajansa Reuters rizgarkirina kelha dîrokî ya Caaاber serkeftinek mezine bo tevaya gelê Sûrî.

Silo herweha dibêje di çend rojên borî de rewşa av û hewa li herêmê gelek xerab bû, çekdarên DAIŞ ev yek bi derfet zanîne û gelek caran şiyan xwe vedizin û êrîşan bînin ser hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ê, lê niha ew di qonaxa duyan ya operasiyonên rizgarkirina Reqqad de pêşveçûnên baş bidest dixin, niha ew ber bi rizgarkirina bendava Firatê ve diçin.

Ji aliyek din, ajansa ANHA ya ku, weke nêzîkî YPG û HSD ê tê dîtin dide zanîn ku, piştî rizgarkirina Kelha Duser (Caaاber), Hêzên Sûriya Demokrat berê xwe dan bajarokê Suwediyê li vir şerên dijwar di navbera şervanên Odeya Çalakiyan ya Xezaba Firatê û çekdarên DAIŞ’ê de, diqewimin û hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG