Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Reaksîyona Tund Dide Êrîşên Amerîkî


Danûsitandinerê hikûmeta Sûrîyê Beşar Caferî, îro Înê ser êrîşa Amerîka ya roja Pêncşemê got ku "terora dewletê" ye ku bi wê komkujîyek pêk hatiye.

Caferî dîyar kir ku bi navbeynkarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura re ser êrîşê axifîye.

"Em derbarê komkujîya ku Amerîka êrîşkar do pêk anî axifîn. Ev mijar wê bi berfirehî were nîqaş kirin" Caferî ji rojnamevanan re got.

Caferî bi berdewamî dîyar kir ew li welatê xwe xencî têkoşîna bi rêxistinên çekdar re, bi terorên dewletên wek Amerîka, Fransa û Brîtanya re jî şer dikin ku jiber wê kar û armancên wan yên sîyasî zêde ye.

XS
SM
MD
LG