Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bûyereke Trafîkê de 19 Kes li Paytexta Misirê Hatin Kuştin


Dîmenek ji kolaneke Qahîreyê. Wêne ji arşîvê ye.

Di encama bûyereke trafîkê de li paytexta Misriê, Qahire, îro Çarşemê 19 kes hatin.

Li gor jêderên bijîşkî û ewlekarîyê, di wê bûyerê de kemyonek li otobusekê li ser rîyeke serekî li rojavayê Qahîreyê ket.

Wan jêderan ji ajansa France Presse (AFP) re eşkere kirk u ajovên herdu trimbêlan û hemû rêwîyên tê de jiber vê lihevketinê hatin kuştin.

Li Misirê gelek bûyerên trafîkê jiber xirabûna rewşa rîyan û nepabendbûna bi rênimayên trafîkê çê dibin.

Li gor hejmarên fermî, 7 hezar kes sala 2020’an jiber bûyerên trafîkê li Misirê jiyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG