Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Du Mirinên Meha Sîbatê bi Korona ve Tên Girêdan


Otopsîyeke li California ya Amerîka nîşan da ku mirina pêşî ya jiber vîrusa korona, çend hefteyan berî ya tomarkirî çêbûye.

Li gor berpirsên saxlemîyê, mirineke di 26’ê Sibatê de mirina pêşî ya jiber vîrusa korona ya li Amerîka bû.

Lê, otopsîya nû ya du kesên di 6 û 17’ê Sibatê de jîyana xwe ji dest dane, raber kir ku wan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Sazîya Nojdarîya Dadwerî (Forensic Science) dîyar kir ku dema ku du kes mirin, pêkanîna testên vîrusa korona kêm bûn.

Jêderên saxlemîyê bawer dikin ku sedema hin mirinên din yên berê jî bi vîrusa korona peywendîdar bin.

XS
SM
MD
LG