Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirê Tomas li Wîlayeta Kalîfornya yê Herî Mezin e ji Sala 1932 an ve


Agirê mezin ê wîlayeta Kalîfornya ku bi sed hezaran hiktar erd dane ber xwe, ew niha mezintirîn agir e li wîlayetê ji sala 1932an ve.

Agirê bi navê Tomas, ji roja 4ê vê mehê ve berdewam e li başûrê Kalîfornya û ta niha 110,641 hiktar erd şewitandin e.

Berpirsên agirkuştinê dibêjin bêhtirî 2,800 kesên agirkuj bi berdewamî şerê vî agirî dikin. Agirkujekî jiyana xwe ji dest da û her wiha kesekî sivîl jî.

Berpirs dibêjin 65 ji sedî ji agir hatiye vehewandin.

Agirê Tomas ta niha 1063 bingeh û mal şewitandin e û ziyana 177 milyon dolar li dû xwe hîştiye.

Berî Tomas, di sala 2003an de agirê Sîdir li Kalîfornya 110,576 hiktar şewitandin.

XS
SM
MD
LG