Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê California Hin Karên Aborî Jinûve Radiwestîne


Walîyê California Gavin Newsom jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona biryar da ku karên aborî rawestin.

Newsom dîyar kir ku belavbûna vîrusa korona fikaran çêdike û fermana da ku barên 19 bajarokên eyaletê werin girtin.

Li gor fermana Newsom, restoran dê li hindur xizmetê bidin û hin karên din yên aborî jî bisekinin.

Li Amerîka, navenda vîrusa korona ji rojhilata bakur derbazî California, Arizona û New Meksîko yên li rojava û başûrê rojava û Teksas, Florida û Georgia ya li başûr bûye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku li Amerîka di 24 saetên dawî de 50,000 kes bi vîrusa korona ketine ku ew rekora nû ye.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê Amerîka 2,700,000 kes bi vîrusa korona ketine 128,574 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG