Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

California: Di Êrîşeke Çekdarî de 8 Kes Hatine Kuştin


Li tamîrxaneyeke trenan ya San Jose ya eyaleta California ya Amerîka êrîşeke çekdarî li dar ket.

Polîsan ragihandin ku di encama êrîşê de 8 kesan canên xwe ji dest dane. Karbidestên ewlekarîyê dîyar kirin ku êrîşvan jî miriye.

Di nav kuştîyan de karkerên tamîrxaneya trenê jî hen ku êrîş dema karkerên tamîrxaneyê li hev civîyabûn li dar ket.

Berpirsên ewlekarîyê nav yan temenê wî êrîşvanî eşkere nekirin, lê medya herêmî ragihand ku êrîşvan 57 salî ye û navê wî Samuel Cassidy e û ji 2012’an vir ve li tamîrxaneyê bûye.

Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden ser êrîşê tê agahdarkirin û berdevika qesirê Karine Jean-Pierre ji rojnamevanan re got ku ‘’dilê wan bi qurbanî û malbatên wan re ye.’’

XS
SM
MD
LG