Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE jiber Qedexekirina Partîya Hevrik, Alîkarîya Diravî li Kambodya Dawî Dike


Serokê CNRP Kem Sokha û alîgirên wê partîyê
Serokê CNRP Kem Sokha û alîgirên wê partîyê

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Sêşemê ragihand ku ew wek bersîvdana daxistina partîya opozîsyona serekî li Kambodya (Kamboçya), piştgirîya diravî ji wî welatî vedikişîne.

“Hilbijartinên Tîrmehê, ku bê sedemeke maqulane destûra tevlêbûnê ji partîyeke opozîsyonê re nehat dayîn, nikarin wek hilbijartinên rêwa werin dîtin,” daxuyanîya Yekîtîya Ewrupa dîyar kir.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Kambodya, di encama serlêdana Partîya Gel ya Kambodî ya serokwezîr Hun Sen de, biryara girtina partîya CNRP dabû.

Dadgehê bi sedema plankirina darbeyekê biryara CNRP dabû û rêberê wê Kem Sokha jî bi îxanetê ceza kiribû. Dadgehê herwiha 118 endamên wê partîyê jî heta pênc salan ji sîyastê qedexe kiribûn.

XS
SM
MD
LG