Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron piştî danûstandinên li Ukrayna serdana Moldova kir û bi Serokomara Moldova Maia Sandu re ser hevkarîya dualî û ewlekarîya Deryaya Reş peyivî.
Sandu ji X’ê jiber piştgirîya Brîtanya ya jibo Ukrayna spasîya Londonê kir û dîyar kir ku ew piştgirî jibo ewlekarîya Moldova û îstiqrar û aramîya Ewrupa pir girîng e.
Serokomara Moldova Sandu bi alîgirîya xwe jibo Ewrupa tê zanîn ku wê Moskowê jî bi hewildanên ser gêrkirina wê tawanbar kiribû.
Wê dîyar kir ku ew bi Cameron re ser helwesta hevbeş ya dijî perexwarinê jî axifîye.
Li gor ragihandina Wezareta Derve ya Moldova, Cameron û hevtayê wî yê Moldovayî Nicu Popescu ser piştgirîya jibo hemwelatîyên wan yê li Brîtanya jî peyivîne.
Cameron, ku berê serokwezîrîya Brîtanya bû roja Duşemê bû wezîrê derve yê nû yê welêt, berî Moldova serdana Ukrayna kiribû.
Wî di serdana Ukrayna de piştrast kiribû ku ewê alîkarîyên jibo Kîevê bidomînin.