Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron: Bikaranîna Çekên Kîmyayî li Sûrîyê Xeta Sor e


Serokwezîrê Brîtanya David Cameron dibêje, delîlên xurt hene ku hikûmeta Sûrî çekên kîmyayî li dijî serhildayan kar anîne û îstîxbaratên Amerîkî jî vê bawerîyê piştrast dike.

Birêz Cameron îro Înîyê got, karanîna çekên kîmyayî cîhê nerazîbûnê ye. Wî bal kişand ku çekên wî rengî tawana ceng e û jibo civata navnetewî “xeta sor” e.

Roja Pêncşemê jî Qesra Spî ragihanddibû ku dezgehên îstîxbaratî yên Amerîkî bawer dikin ku hêzên hikûmeta Beşar Esed li dijî serhildayan gaza sarin kar anîye.

Lê, daxuyanîya gotibû ku delîlên destê wan ne bi têra xwe xurt e ku biryara Amerîkî ya ser vê mijarê biguhere.

Jimareke qanûndanêrên Amerîkî bi dengekî bilind daxwaz dikin ku Amerîka operasyoneke leşkerî

li Sûrîyê bike ku heta niha 70.000 kes di tundîya wî welatî de hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG