Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Brîtanya Cameron ligel Putîn Kom Dibe


Serokwezîrê Brîtanya David Cameron îro Înîyê serdana Serokê Rûsya Vladimir Putin dike ku li ser qedandina şerê navxweyî yê li Sûrîyê bipeyive.

Hevdîtina Cameron ya bi Serok Putin re li bajarê Sochi ya herêma Derya Reş pêk tê, di vê demê de ku daxwaza navnetewî ya jibo çareserîyekê zêde dibe.

Washington û Moskow jî vê heftê qayil bibûn ku banga konferansee navnetewî bikin da ku giwaştinan ser Serokê Sûrî Beşar Esed û serhildayan bikin ku dest bi dîyalogê bikin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje pirtir ji 70.000 kes di şerê navxweyî de li Sûrîyê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG