Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

David Cameron: Kuştinkarîya Londonê Êrîşeke Hovane ye


Serokwezîrê Brîtanya David Cameron îro Pêncşemê bi şîretvanên xwe yên ewlekarîyê re kom dibe, rojekê piştî ku zilamek li ronahîya rojê li Londonê hate kuştin.

Polîs piştrast dike ku qurbanî leşkerekî Britanî ye, lê li ser daxwaza malbatê, nasnameya wî heta niha eşkere nake.

Raportên medyayî dibêjin, 2 gumanbar hemwelatîyên Britanî ne ku bi eslê xwe Afrîkî ne. Lê, heta niha dsaxuyanîyeke fermî li ser nîjad û nasnameya êrîşvanan nehatine belav kirin.

Birêz Cameron kuştinkarî wek êrîşeke hovane binav kir û got, nîşaneyên xurt hene ku bûyer kiryareke terorîstî ye.

Hevdem, dezgeha Scotland Yard ya îstîxbaratî vekolîna xwe li ser bûyerê didomîne.

Polîsên Britanî gule avêtibûn êrîşvanan û ew birîndar kiribûn, dema desteserkirina wan. Ew her du gumanbar niha li nexweşxanê ne, di bin çavdêrîya polîsan.
XS
SM
MD
LG