Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron Hişyar Dike ku Derketina Brîtanya ji YE Gefan li Ser Aştîya Ewrupa Dike


Serokwezîrê Brîtanî David Cameron, bi nêzîkbûna referanduma mehê were, îro Duşemê hişyar kir ku derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa wê gefan li ser aştîya Ewrupa bike.

Li gor pirsnameyên civakî dengên Cameron û hevrikê wî Boris Johnson ê bajasrvanê berê yê Londonê gelek nêzîkî hev in û her du jî hewlên xwe zêde dikin ku hilbijêrên bêbiryar bikşînin hêla xwe.

Hêlana yekîtîya bi 28 endaman di referanduma 23ê Hezîranê de li ser aramî û ekonomîya Brîtanya wê bibe biryareke nemaqulane û bêpirsyarî û wê bi mayîndeyî bike welatekî xizantir", Cameron hişyarî da.

Wî herwiha îdia kir ku "Brexit" anku derketinê ji Yekîtîya Ewrupa gefan li ser xûrtbûna Brîtanya û ewlehîya cîhanê û aştîya li parzemîna Ewrupî dike.

XS
SM
MD
LG