Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û Rûsya Ser Danûstandinên Sûrîyê Hevbîr in


Serokwezîrê Brîtanya David Cameron û Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêjin, wan biryar daye ku jibo sekinandina xunrijandinê hevkarî bikin.

Her du rêber roja Înîyê li li bajarê Sochi ya herêma Derya Reş kom bûn. Birêz Cameron ji rojnamevanan re got, divê Brîtanya, Rûsya û Amerîka dem û dest hin gavan bavêjin jiber ku dîroka wî welatî bi xuna gelê wê tê nivîsin.

Cameron herwiha dîyar kir ku ew piştgirîya biryara Amerîka û Rûsya. Washington û Moskow banga konferansa navnetewî dikin ku armanca wê jî dîyaloga navbera Serokê Sûrî Beşar Esed û serhildayan e.

Serokê Rûsya Putîn jî got, wan gotûbêjan li ser çend rêkên hevbeş kirin ku dawê li şerê berdewam bînin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje pirtir ji 70.000 kes di şerê navxweyî de li Sûrîyê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG