Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Dundar Dibêje Biryara Dadgehê Sîyasî Ye


Navenda Dadwerî ya Stenbolê

Jibo Rojnamevan Can Dundar 27 Sal Û 6 Meh Cezayê Zîndanê Hat Birîn

Dadgehekê Tirk a li Stenbol’ê di doza “Nûçeya Qamyonên MIT’ê” de jibo rojmamevan Can Dundar 27 sal û 6 meh cezayê zindanê birî.

Dadgehê bi tawana “sixurîya sîyasî û leşkerî“ 18 sal û 9 meh bi tawana “alîkarîya rêxistina terorê” jî 8 sal û 9 meh cezayê zindanê li Dundar birî.

Dadgeha Bilind di bûyera sekinandina Qamyonên MIT’ê dê jiber parvekirina belge û wêneyan yên sernivîskarê berê yê rojnameya Cumhurîyet’ê Dundar, bi tawana “eşkerekirina agahîyên nepênî yên dewletê” 5 sal û 10 meh cezayê zindanê li wî birîbû û piştre jî ev biryar hatibû betalkirin darizandinê jî dom dikir.

Îro roja Çarşemê di domandina darizandina Dundar de 27 sal û 6 meh cezayê zindanê li wî hat birîn.

Dundar di dadgehê de ne amade bû û ew niha li Almanya dijî. Jiber vê yekê jî heyeta dadgehê herwiha biryar da ku Dundar were girtin û daxwaza radestkirina wî jî kir.

Berîya dozê parêzerên Dundar ragihand ku jiber ku dadgeh ne bêalî û serbixwe ye ew tevlî darizandinê nabin.

Parêzer Bahrî Bayram Belen, Abbas Yalçin û Tora Pekîn, bi daxwaznameyeka ku pêşkêşî dadgehê kirin.

"Em rast nabînin ku li hember heyeteke alîgir, ku bawerîya me pê nayê, parastinê bikin,” parêzerên Dundar got.

Rojnamevan Dundar piştî vê biryarê got ku jixwe ew li benda vê biryarê bûn.

“Biryara dadgehê ne hiqûqî lê sîyasî ye. Kesê ku rojnamevanîyê li Tirkîyê dike pêkane ku were serê wî. Ez ne rojnamevanê yekê me û nabim yê dawî jî.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00

XS
SM
MD
LG