Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Festîvala Cannesê jiber Korona Dê Îsal Ser Înternetê Çêbe


Festîvala Fîlman ya Cannesê dê îsal jiber vîrusa korona di meha Hezîranê de li ser înternetê çêbe.

Berî şewba vîrusa korona li seranserê cîhanê belav bibe, rêvebirên festîvalê didan zanîn ku ewê festîval di navbera 12 û 23'yê Gulanê de li dar keve.

Jiber festîvala onlayn, li sînema û panoyan reklamê yên li Cannes ya Fransa dê li şûna danasînên fîlman, spasîyên bo karbidestên saxlemîyê werin nivîsîn.

Îsal festîval dê cara 73yan li dar keta ku bi vî awayî, ji Şerê Cîhanê ya Duyê vir ve cara pêşî dê lîstikvan û derhêner li Cannesê kom nebin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Fransa bi qasî 180,000 kes bi vîrusa korona ketine û 26,994 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG