Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî yên Hevkarên HSD'ê Xwe bo Operasyona Reqa Hazir Dikin


Yek ji pêşengên serhildayên Sûrîyê Ahmed Carba dîyar kir ku Amerîka çekdarên wan perwerde dike û ewê beşdarî operasyona Reqa bibin.

''Em niha ligel HSD'ê xwe jibo şerê Reqa hazir dikin. Bi hêzên koalîsyonê re bernameyeke me ya perwerdê heye. Jibo em axa xwe rizgar bikin, em bi hemî hêza xwe dixebitin.'' Carba ji Reuters'ê re got.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî jibo Reqa ji dest DAIŞ'ê rizgar bike di Mijdara 2016'an dest bi operasyonê kiribû. Bi operasyonên HSD'ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîyê dike, heta niha li rojava û bakurê Reqa bi dehan gund ji DAIŞ'ê hatine rizgar kirin.

Hêjayî bîrxistinê Berdevkê HSD'ê Talal Silo dabû zanîn ku piştî Donald Trump bûye serok, piştgiriya Amerîka ji wan re zêdetir bûye.

XS
SM
MD
LG