Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter û Dempsey Îro Tên Pêş Civata Senatoran


Karbidestên leşkerî yên Serok Barack Obama îro Sêşemê diçin pêş qanûndanêrên Amerîkî ku stratejîya şerê dijî DAIŞ gotûbêj bikin, rojeke piştî ku Obama gotibû ew şer wê çerekî djwar be û demeke dirêj bidome.

Wezîrê Berevanî Ash Carter û Serokê Hêzên Hevbeş General Martin Dempsey wê li pêş Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Senatoran îfade bidin.

Carter û Dempsey meha borî jî ligel Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Nûneran civîbûn. Carter di wê civînê de gotibû ku Îraqê bi têra xwe kesên leşkerî neanîbûn ku li dijî DAIŞê bêne perwerde kirin.

Serok Obama do li Pentagon, bi Ash Carter, qumandarên leşkerî yên bilind û karbidestên îstixbaratî re kom bû û soza têkbirina DAIŞê da, beyî ku Amerîka careke din têkeve şerekî bejeyî.

XS
SM
MD
LG