Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Parlamana Tirkîyê Komîsyona Pêvajoya Aştîyê Hate Ava Kirin


Komîsyona Vekolînê ya Nirxandina Pêvajoya Çareserîyê ku bi pêşnîyara Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) ji parlamana Tirkîyê re hatibû pêşkeş kirin, bi dengên AKP û BDP’ê hate qebûl kirin.

Jiber dijberîya Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP), avakirina komîsyonê tenê bi dengên AKP û BDP’ê hate erê kirin.

Dema dengdanê 100 parlamantarên CHP û MHP’ê li dijî pêşnîyarnameya AKP’ê derketin û meşîyan ser kursîyê seroktîya parlamanê. Nûnerên her du partîyan jî piştre terka parlamanê kirin.

CHP û MHP bi dijderketina xwe ya pêvajoya çareserîyê, avakirina vê komîsyonê jî wekî hevalbendîya BDP-PKK û AKP'ê dinirxînin.

Hêjayî gotinê ye berîya pêvajoya çareserîyê destpê bike CHP’ê pêşnîyarnameyeke nêzî ya ku AKP'ê pêşkeşî parlamanê kiribû ku dema biryardana avakirina vê komîsyonê jî jê sûde hate wergirtin.

Pêşnîyara CHP’ê ya ji alîyê 20 parlamantarên wê ve hatibû îmze kirin bi ya AKP’ê re hate yek kirin. Lê dîsa jî wan piştgirîya xwe ya jibo êrêkirina vê komîsyonê vekişand.

Komîsyona Vekolînê ya Nirxandina Pêvajoya Çareserîyê wê jibo 3 mehan kar bike û 17 endamên wê hebin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG