Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter ji Riyad Daxwaza Alîkariyê Jibo Herêmên Sinyan li Îraqê Dike


Di çarçeva komcivîna Amerîka û welatên Erebî de li bajarê Riyaz, wezîrê bervaniya Amerîka Ashton Carter ji Riyad paytexta Erebistana Saudî daxwaz ji welatên Ereban bi giştî û ji welatên kendavê bi taybetî dike da ku destê alîkariya jibo parêzgeha Anbar li Îraqê dirêj bikin.

Carter dibêje, bi hêviya ku, welatên Ereban hemû alîkariya jinûve avedankirin Romadî û Hît li herêmên sinyan li Îraqê bikin da ku ji rewşa aloz ya niha heyî rizgar bibin.

Carter herweha got dê çekdarên Daişê pitir lawaz û bêhêz bibin dema alîkarî jibo herêmên sinyan bihên kirin, ew herêmên beriya demekî ji çekdarên Daiş li rojavayê îraqê hatîne paqijkirin.

Di prês konferansa hevbeş de, li qesra Dariya li Riyad li gel emîndarê giştî yê civata hevkariya kendavê Abdullatif bin Rashid Al Zayani, wezîrê berevaniya Amerîka Ashton carter anî ziman ku Amerîka pêgiriyê bi alîkariya welatên kendavê dike li hember Îranê û bazirganiya qaçax ya çekan bi taybet jibo Yemenê.

Wek Tê zanîn ku sibê roja pênşemê bi amadebûna serokê Amerîka Barack Obama û Şahê Erebistana Saudî şah Selman, zîreweya Amerîka û welatên kendavê li Riyad tê destpêkirin, ev zîrwe taybete jibo gotûbêjên şerê li dij terorê û Îranê.

XS
SM
MD
LG