Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter Pêbawer E ku Amerîka Wek Navenda Koalîsyona Dijî DAIŞê Bimîne


Ash Carter

Wezîrê Berevanî ya Amerîka Ash Carter îro Pêncşemê geşbînîya xwe dîyar kir ku di bin rêvebirîya Trump de, Amerîka dê wel navenda koalîsyona navnetewî bimîne ku li Îraqê û Sûrîyê dijî DAIŞê şer dike.

"Tevî ku nikarim ser navê rêvebirîya nû bipeyîvim, li gor hêza hevalbendîya me û encamên ku em dibînin, pêbawer im ku Amerîka û leşkerîya wê bi berdewamî pêşengîya koalîsyonê bikin," Carter di civîna koalîsyonê de got.

Carter di axaftina xwe de da zanîn ku divê koalîsyon, piştî ku DAIŞ ji Mûsilê were derxistin jî, bi pêgirî li Îraqê bimîne. Wî bi bîr xist ku niha dora hêzên Amerîkî li Îraqê hene.

Carter demek e ku wek wezîrê berevanî, gera xwe ya dawî didomîne û li her welatê ku diçe ligel hêzên Amerîka dicive û wan agahdar dike ku operasyonên dijê DAIŞê wek plankirî berdewam dikin.

Carter li Bingeha Esmanî ya Aviano ya li Îtalya dîyar kir ku şervanên Kurd û Ereb ku koalîsyon piştgirî dide, niha 15 mîl nêzîkî Reqqa bûne û dora bajêr dixin nav çenberê da ku Reqqa bi temamî rizgar bikin.

XS
SM
MD
LG