Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter Bo Şerê Dijî DAIŞ'ê li Herêma Kurdistanê Ye


Wezîrê Berevanîya Amerîka Ash Carter giheşte Herêma Kurdistanê ku hevdîtinan li ser şerê dijî DAIŞ’ê bike.

Carter îro Pêncşemê li firîngeha Hewlêrê ji alîyê cîgirê serokwezîrê herêmê Qubad Talabanî ve hat pêşwazî kirin. Li ber e, ew îro bi Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û hêzên Amerîkî yên li wê derê re bicive.

Kurdên Îraqê di şerê dijî gruba tundrê DAIŞê de roleke girîng dilîzin û Carter jî bal kişand wê yekê û pesna û pêşmergeyan da ku hember gruba tundrê karekî baş dikin.

Carter do Çarşemê bi awayekî neragihandî çûbû Îraqê û ligel serokwezîr Heyder Abadî û wezîrê berevanî Khaled al-Obaidi re hevdîtinan çêkiribû. Carter ji her duyan re gotibû ku Amerîka dixwaze bizavên dijî DAIŞ’ê bêne xurt kirin.

XS
SM
MD
LG