Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter Dibêje Mîrgehên Erebî Hêzên Taybet Bişîne Sûrîyê


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter dibêje, hevalbenda girîng Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) qayil bû ku leşkerên taybet bişîne Sûrîyê da ku alîkarîya bizavên şervanên Ereb yên Sunnî bike ku Reqa ji destê DAIŞê bistînin.

Carter ew şîroveyên xwe îro Înê li Brukselê, bi hazirbûna hevtayê xwe yê ji Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, li Brukselê dan.

Carter red kir ku eşkere bike çend hêzên taybet yên Îmaratîwê herin Sûrîyê, lê wî da zanîn ku ew dê bibin beşek ji hewla bi pêşengîya Amerîka û bi piştgirîya Erebistana Saudî ku şervanên xwecîhî yên Erebên Sunnî perwerde bikin, ku dixwazin şerê DAIŞê bikin.

Carter bi berdewamî got, her çi awayî lihevkirina Munîhê ya sekinandina şer pêk were, Amerîka wê şerê xwe yê dijî DAIŞê bidomîne.

“Şerê dijî DAIŞê de agirbestek nabe. Divê em ve yekê zelal bikin,” Carter di axaftina xwe de got.

XS
SM
MD
LG