Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter: Armanca Êrîşên Me yên Esmanî Xurtkirina Hêzên Kurdî ye


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter û hevtayê wî yê Fransî Jean-Yves Le Drian, Pentagon, Washington, Tîrmeh 6, 2015.
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter û hevtayê wî yê Fransî Jean-Yves Le Drian, Pentagon, Washington, Tîrmeh 6, 2015.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter îro ji rojnamevanan re çend daxuyanîyên balkêş yên ser şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dan.

Carter got, êrîşên esmanî yên vê hefteyê yên koalîsyonê ne dijî rêberên DAIŞê bû, lê jibo xurtkirina hewlên hêzên Kurdî û sînorkirina liv û tevgera DAIŞ bû.

"Serkeftina Kurdan ya ser erdê, rave dike ku bomberanên me yên vê dawîyê jibo çi ne. Em li gor derfetên erdê û li gor daxwaza Kurdan êrîşên esmanî pêk tînin, ne jibo şexsan.”

Hêjayî gotinê ye, hêzên Kurdî yên YPG di van mehên dawî de ketine çerekî dijwar li hember çekdarên DAIŞê.

Karbidestên Pentagonê dibêjin, mesrefa rojane ya êrîşên esmanî $9.2 mîlyon dolar e û heta niha 2.91 mîlyar dolar dirav jibo vê operasyonê hatiye xerc kirin.

XS
SM
MD
LG