Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Castro Baştirkirina Peywendîyan Nîqaş Dikin


Serokê Amerîka Barack Obama di roja duyê ya serdana xwe ya Kubayê de îro li Qesra Şoresê ya paytaxt Havana ligel serokê wî welatî Raul Castro civîya.

Obama û Castro di hevdîtinê de ser baştirkirina peywendîyên dualî û cudabîrîyên wek li ser rewşa mafên mirovan gotubêj kirin.

Obama sibeha îro Duşemê serdana gora merxasê netewî yê Kubayî Jose Marti kir û kulîlk danî ser mezela wî.

“Rûmeteke mezin e ku em Jose Marti bi bîr bînin ku jibo welatê xwe cane xwe fêda kir. Hezkirina wî ya bo azadî û bawerîya wî ya bo dîyarkirina çarenivîsa gelan di nav dilê gelê Kubayê de dijî," Obama ji lênûska mêvanan re nivîsî.

Li seranser Havana gel derket kolanan û bi germî pêşwazî li Serok Obama kir û bi çepikan navê wî qerîya.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serok Obama di nav 90 salên borî de serokê Amerîkî yê yekê ye ku di dema seroktîya xwe de serdana Kubayê dike. Civîna ku pêk hat, kombûna çaran e ku di nav her du rêberan de di salên dawî de pêk tên.

Obama û Castro cara yekê di sala 2013'an de di merasîma Nelson Mandela de hevdu dîtîbûn.

XS
SM
MD
LG