Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavderên NY jibo Şopandina Agirbestê Diherin Dûmayê


Berdevkekî çavdêrên Neteweyên Yekbûyî yên li Sûrîyê dibêje, çavdêr wê diherine taxa Dûma ya Şamê û çend deverên din, li vê demê ku bizavkar dibêjin ku hêzên hikûmetê tundûtûjîyên xwe didomînin.

Berdevkê mîsyona çavdêrîyê li Sûrîyê Neeraj Singh îro Pêncşemê got, çavdêr di wê bawerîyê de ne ku “divê girjî û alozî” were kêm kirin.

Singh her wiha got, ekîba wan amadekarî dike ku şandeyeke mezintir pêk bîne, piştî biryara Civata Ewlekarîyê ya hefteya borî.

Bizavkarên Sûrî do Çarşemê ragihandibûn ku hêzên ewlekarîyê topbarankirina Dûma berdewam kir û herî kêm 27 kes li seranser welêt hatine kuştin.

Bizavkar her wiha radigîhînin, di tundûtûjîya îro Pêncşemê de, bi kêmî ve 1 kes li Derê El Zor hate kuştin.

XS
SM
MD
LG