Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrên Ereb ji Sûrîyê Derdikevin


Çavdêrên Ereb ji Sûrîyê Derdikevin
Çavdêrên Ereb ji Sûrîyê Derdikevin

Rêxististineke Mafên Mirvo li Sûriye dibêje nuha bêtir çavdêrên Yekîtîya Erebî ji welat diçin weku protesto li dijî tepeserkirina dijwar ya hikûmeta Sûrîyê hember serhildana ku 10 mehan berdewam e.

Mousab Azzawî ji Rêxistina Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirov ku navenda wê li London e, gote Dengê Amerîka çaverê tê kirin ku 11 çavdêr ji Sûrîyê derkevin. Wî got, 7 Îraqî, 2 Kuwêtî û 2 Îmaratî jî dîtibûn çawa hêzên asayîşa Sûrîyê teqe li bizavkarên rikber dikir li bajarê bakur-rojhilat Dêr Ezzor roja Sêşemê. Di encama êrîşê de 19 xwepêşander hatin kuştin.

Ne mumkin bû jimara kuştîyan yan jî plana çavdêrên Yekîtîya Erebî bo derçûna ji Sûrîyê were piştrast kirin.

Kesekî Cezayirî, ku yê yekê bû dest ji kar di destpêka vê hefteyê de berda, gote ajansa nûçeyan Reuters ku 3 çavdêrên din tevlî wî bûne. Lê, gelek kesên dî ji şandeya 150-endam nikarin ji Sûrîyê biçin jiber ku hikûmetên wan derfetê nadin.

Çavdêran di 26'ê Kanûna Duyemê de dest bi karê xwe li Sûrîyê kiribûn da ku bibînin heta çi radeyê Serok Beşar el-Esed li ber plana Yekîtîya Erebî cidî ye bo bi dawîanîna zordarîya tund ser serhildana dijî hikûmetê.

Lê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Welatên Yekgirtî yên Amerîka dibêjin, ji dema ku çavdêran dest bi karê xwe kirine kuştina xwepêşanderan ji hêla hêzên asayîşê ve zêde bûye.

XS
SM
MD
LG