Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrên NY Kar û Çalakîyên Xwe Roja Şemîyê li Sûrîyê Rawestandin


Çavdêrên NY kar û çalakîyên xwe roja Şemîyê li Sûrîyê rawestandin jiber zêdebûna asta tundûtûjîyê. Li gorî serokê şandê, ev yek bihêztirîn nîşan e ku plana aştîyê ya navnetewî li Sûrîyê ne serketî ye.

General Robert Mood got, kuştin di deh rojên dawî de dibû encama metirsîyê ser jiyana hin endamên şanda çavdêr ku ji 300 kesan pêk dihat, û herwiha dibû asteng li ber karîna wan jibo berdewamkirina karê wan.

Li alîyekî din ve, hêzên hikûmeta Sûrîyê êrîş birin ser derdora Şama paytext û 12 kes kuştin, wekî berdewam bo êrîşên ser herêmên serhildêr li seranserî welat, li gorî çalakvanan Şemîyê gotin.

Piranîya kuştinan bi şevê li devera Dûma pêk hatin, cihê ku çalakvan dibêjin hêzên rejîmê hawin avêtin ser avahîyeke rûniştvanan ku di encamê de heşt hatin kuştin.

Li bajarê navîn yê Humsê, hêzên hikûmetê êrîşa xwe ya berdewam li ser deverên di dest serhildayan de kir, ji wan Xalîdîyê û Cûret el Şayah, wekî hewldan jibo vegerandina wan herêman.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanya ye bang li Sekretêrê Giştî yê NY Ban Ki-moon kir ku demûdest derbasî nav meseleyê bibe.

Di daxuyanîyekê de, Çavdêrîyê got, bêtirî 1000 malbat li hin deverên şer asê mane û rewşa wan ya mirovahî xirabtir dibe ku nuha wan pêdivî bi bijîşk û dermanan heye.

Ajansa nûçeyan SANA ya dewletê got, leşkeran êrîş birin ser navendên grûbên çekdar li Dûma û jimareke terorîst kuştin. Hikûmet serhildayan wekî terorîst û çeteyên çekdar bi nav dike.

XS
SM
MD
LG